Cîhan
Nûnerê Sebekan: Hesdî Sebî Kurdên Sebek tehdîd dike!
PeyamaKurd- Nûnerê Kurdên Şebek yê li Parlamentoya Iraqê Salim Şebek got ku Heşdî Şebî Kurdên Şebek tehdîd dike û ji wan re dibêje, divê hûn rayên xwe bidin namzetên Heşdî Şebîyê.
Salim Şebek ji malpera fermî ya PDKê re axivî û got ku rewşa Kurdên li Deşta Nînowayê, gelekî xirab e û Heşdî Şebî wan her dem tehdîd dike.
Salim Şebek wiha berdewam kir: Kurdên Şebek di hilbijartinan de rayên xwe didine Ehrar Şebekê kû nêzîkî PDKê ye. Lêbelê Heşdî Şebî nahêle ku namzetên wan propagandaya xwe ya hilbijartinê bikin.
Şebek got ku me Amerîka û Netewên Yekbûyî ji vê rewşê agahdar kirine û alîkarî ji wan xwestiye.