Cîhan
Nûnerê Sûriyê gefa êrîsê li Îsraîlê xwar: Balafirgeha Tel Avîv…
PeyamaKurd - Nûnerê Sûriyê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Beşar Caferî got, heger KENY rê li ber êrîşên Îsraîlê yên Sûriyê negire, dê Şam bersivê bide.
Beşar Caferî di civîna KENYê ya li ser rewşa Rojhilatê Navîn de wiha got: “Mafê rewa yê Sûriyê ye ku berevaniyê li xwe bike û bersiva êrîşa Îsraîlê ya li ser Balafirgeha Navdewletî ya Şamê bide.”
Caferî diyar kir, “Êrîşên Îsraîlê binpêkirineke eşkere ya dijî yasayên navdewletî û belgeyên Netewên Yekbûyê ye.”
Nûnerê Sûriyê got, “Heger KENY rênimayên pêwîst ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê negire Sûriye dê heman êrîşê li ser Firokxaneya Tel Evîvê bike.”