Cîhan
NY: 640,000 Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyan
PeyamaKurd - Hejmara Sûrîyiyên ku ji dema hilweşîna rejîma Esed ve vegeriyane welatê xwe ji milyonek û nîvî derbas bûye. Bi sed hezaran kes vegeriyane Sûriyeyê, bi taybetî ji welatên cîran ên wekî Tirkiye, Lubnan û Urdunê.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de, nêzîkî 1,630,000 penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY (UNHCR) ragihand ku heta 30ê Nîsana 2026an, nêzîkî 640,000 Sûrî ji Tirkiyeyê, 630,000 ji Lubnanê û 285,000 ji Urdunê vegeriyane.
Di daxuyaniyekê de ku di nîvê Sibatê de hat dayîn, Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi got, "1,366,215 ji xwişk û birayên me yên Sûrî bi dilxwazî, bi ewlehî û bi rûmet vegeriyane welatê xwe."