TR KU SO
FB X
Cîhan

NY bo peymana Sengalê kêfxwesiya xwe ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2020 02:21

PeyamaKurd – Nûnera taybet ya Neteweyên Hevgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert, li Iraqê daxuyaniyekî li ser babeta lihevkirina hukumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ya li ser Şengalê da û got:

“Em kêfxweşiya xwe bo lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê bo li ser Şengalê lihevkirine dikin. Ev destpêka pêngavekî girînge bo arasteyekî rast. Em hêvî dikin ku ev lihevkirin rê li ber sibêrojekî baştir veke.”

Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku di sala 2014 an de DEAŞ xerabiyekî herî dirinde li hemberê xelkê Şengalê yê Êzîdî kir û êşekî zêde da xelkê Şengalê. Piştî têkçûna DEAŞ ê jî ji ber ku xizmeta deverê, ewlehî, îdareyekî hevgirtî li Şengalê nebû, xelk nikaribû dagere ser axa xwe. Nûner her weha got ku NY amadeye bo her pêngavekî avakirinê li devera Şengalê.

Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed bo îmzakirina peymana li ser Şengalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de, seredana serokwezîr Musatafa Kazimî kiribû bi amadebûna Neteweyên hevgirtî di civînê de peymanekî baş îmze kirine da li Şengalê rewşa ewlehiyê, serbaziyê û rêvebiriyê asantir bibe. Rêber Ahmed ragihand ku bo rewşa Şengalê baştir bibe û xelk dagere ser axa xwe da aware nemîne peymanekî baş îmze kirine.

Parve bike: