Cîhan
NY: Dibe ji ber koronayê nîv milyar însan xizantir bibe
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, ji ber koronayê li dinyayê nîv milyar însan ango 400-600 milyon mirovên din xizantir bibin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), di 30 salên dawiyê de, wê cara ewil rêjeya xizaniya gerdûnî zêde bibe.
Hefteya were, Banka Cîhanê, Fona Pareyan a Dinyayê (IMF) û wezîrên maliyeyê yên welatên G20ê bi mijara koronayê bicivin.
Lêkolîna NYyê, bi hevkariya Kings Collegea Brîtanyayê û akademîsyenên Zankoya Netewî ya Awistralyayê (ANU) derket holê.
Ji Zankoya Netewî ya Awistralyayê, Christopher Hoy, li ser mijarê got, “krîza aborî herhal dê ji krîza aborî zêdetir be.”