TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Dibe ku du milyon kes koçberî Tirkiyê bibin

📅 11 hezîran 2019 16:48

PeyamaKurd - Netwên Yekbûyî (NY) roja duşemê ragihand ku dema şer li bakurê rojavayê Sûriyê dijwartir bibin, dibe ku nêzî 2 milyon kes ber bi Tirkiyê ve koçber bibin, ev di wê demê de ye ku alîkarîyên mirovatî bi şêweke metirsîdar kêm dibin.

Hêzên artêşa Sûrî bi alîkariya Rûsya êrîşên esmanî û bejahî dikin ser bingehên herî dawî yên di dest hêzên opozisyonê de mane li Îdlbê, ev êrîş bûne sedema revîna 10an hezar kesan ji cih û warên wan.

Korînatorê herêmî yê NYyê yê xizmetên mirovatî Panos Moumtzis got "Em di trisin dema ev rewş weha bidome, bibe hejmara koçberan zêde bibe û ya rastî emê bibînin 10 hezaran, milyonek yan 2 milyon kes dê ber bi sinorên Tirkiyê ve herin".

Artêşa rejîma Sûrî li dawiya Nîsana bûrî bi tûndî êrîşên xwe li dij herêmên başurê parêzgeha Îdlbê û herêmên hevsinor li gel parêzgeha Hema û Laziqiyê pêk tîne. Şerên herî dijwar di nav bera Beşar Esad û opozisyonê de ji havîna burî heta niha pêk tên.

Moumtzis ji Cinêv bo ajansa Reuters ragihand ku, rewş gelek xerab dibe, peymana Rûsya û Tirkiyê ya derbarê herêma kêmkirina nakokiyan qet pêk nehatîye û got "em dibînin êrîşên rastî û karîger li ser nexweşxane û dibistanan li herêmên sivîlan û bajarvanî pêk tên ku li gor yasaya navnetewî jiber sedemên mirovatî nabe weha be."

Herwiha dibêje, divê ev êrîş ji ber pirsên morvatî bên rawistandin.

Parve bike: