TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Em naxwazin li Ûkraynayê tevgerekî leskerî bibînin

Admin M
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2022 03:14

PeyamaKurd – Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric di civîna rojane ya çapemeniyê de ragihand ku rewşa Ûkraynayê bi endîşeye û naxwazin ku tevgerekî leşkerî li ser Ûkraynayê bibînin. Berdevk her weha got ku hevdîtinên di asta bilind de ya di navbera Putin û Biden de yên li ser Ûkraynayê gelek başin û ji hevdîtinan razîne.

Berdevk Dujarric got ku dijberiya navbera Rûsya û Ûkraynayê gihaye asta ku bi endîşeye û weha got:

“Ji kîjan alî de tê bila were, tevgerekî leşkerî ya ji bo ser Ûkraynayê em naxwazin bibînin. Ji bo asta dijberiyê dakeve, em hêvî dikin ku diyalog dewam bikin.”

Parve bike: