TR KU SO
FB X
Cîhan

NY li ser Afxanistanê got: “Felaket li ber deriye”

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2021 02:23

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku ji ber Afxanistan dikeve dewreyekî nû, ji krîza mirovî û aboriyê û ji hem xizmetên bingehîn yên Afxanistanê bi endîşe ye. Guterres got ku ‘Felaket li ber deriye.’

Guterres, bi sedema vekişîna Amerîkayê û temamkirina tehliyeyan, di mijara Afxanistanê de daxwuyaniyeka nivîskî da. Guterres got ku nîvê nûfûsa Afxanistanê yanî 18 mîlyon însan pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye û weha got:

“Ji her 3 Afxanan yek ji wan nizane wê xwarina di pey ya niha de, ji ku derê were. Wê zêdetirê nîvê zarokên Afxanan heya sala were, ji ber nebûna derfetên xidayan wê bi birsê re rû bi rû be. Her diçe derfetên xizmetên giştî wenda dibin. Felaketekî mirovî li ber deriye. Pêdiviya xelkê Afxanistanê ji her wextê bêhtir îro pêdiviya wê bi desteka navdewletî heye.

Ji ber li welat ziwahî an hişkayî heye û zivistana dijwar nêz dibe, pêdiviya xelkê bi xida, xanî û alavên tibbî zêdetir heye.”

Guterres bang li hemû terefan kir ku rê bê dayîn da alîkariya mirovî bigihê Afxanistanê û di hefteya pêşiya me de wê NY pêdiviyên lezgîn yên mirovî ji bo Afxanistanê ragihîne.

Parve bike: