Cîhan
NY: Li Ukrayna 10 milyon kes koçberî derve û hundir bûn
PeyamaKurd - Komîserê Bilind ê Penaberan li Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi, ragihand ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve li Ukraynayê 10 milyon welatî koçberî derveyî welat û deverên navxwe yên Ukraynayê bûne.
Grandî li ser Twitter got: "Şerê li Ukrayna ewqas ruxînere ku 10 milyon kes ji warên xwe koçber bûn yan jî reviyan derveyî welat.”
Herwiha Grandi, daye zanîn ku ji ber şerên li her deverên cîhanê sivîlên neçarî terikandina warên xwe dibin rastî êş û azarên mezin dibin.
Hêjayî gotinê ye, NY doh 19ê Adarê ragihandibû ku ji 24ê sibatê ve, 3 milyon û 328 hezar û 692 welatî ji Ukraynayê koçberî welatên cîran bûne.