NY: Me ji bo koçberiya ‘Rojava’ plana lezgîn amade kiriye
PeyamaKurd - Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Alîkariya Mirovî ya Krîza Sûriyeyê Panos Moumtzîs bi daxuyaniyekê li ser îhtimala operasyona Tirkiyê ragihand ku wan xwe ji bo rewşeke herî xirab amade kirine û ji bo îhtîmala koçberiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê planeke rewşa lezgîn amade kirine.
Moumtzîs li Cenevreyê pirsên rojnamegeran bersivand û got ku ew nizanin bê ka dê çi biqewime lê xwe ji bo rewşa herî xirab amade dikin.
Panos Moumtzîs bang li hemû derdoran kir ku ger dewleta tirk li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşê bide destpêkirin, bila pêşî li koçberkirina sivîlan bê girtin. Moumtzîs anî ziman ku wan heta niha gelek pratîkên biêş ên ‘Herêmên bi ewle’ jiyane.
Moumtzîs herwiha got: “Me ji bo îhtîmala koçberiyek ji bakurê Sûriyeyê, planeke rewşa lezgîn amade kiriye. Ji bo ku ji kesên rewşa wan lezgîn re alîkariya xurek û tibî bê kirin, dê bi herêmê re têkilî bê danîn.”