NY: Pêdiviya ji sedî 90ê penaberên Libnanê bi alîkariya mirovî heye!
PeyamaKurd – Zêdetirî 90 ji sedî ji penaberên sûrî li Libnanê hewcedarê alîkariyên mirovî ne ku di bin siya xirabtirîn krîza aborî ya welat de di dehsalan de bijîn.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî pirsgirêka penaberan daxuyaniyeke hevpar dan.
"Rewşa jiyana Sûriyeyiyan her diçe xerabtir dibe"
Li ser vê yekê bang hat kirin ku piştgirî û parastina malbatên li Lubnanê yên hewcedar berdewam bikin.
Daxuyaniya hevbeş her wiha rewşa xirab a penaberên Sûriyê yên li Lubnanê di nava salekê de hat nirxandin û wiha hat gotin, "Sûriyeyî di rewşa jiyana xwe de rastî xirabûneke tund û berdewam tê. Ji bo piraniya wan, pêdiviyên sereke jî ji destê wan nayê." "
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser krîza mirovî ya li Lubnanê, herwiha tekez kir ku ji sedî 90ê penaberên Sûriyê ji bo bijîn pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.