TR KU SO
FB X
Cîhan

NYT: Stokên moşekan kêm bûn, Trump êrîşa mezin bi paş xist

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2026 13:37

PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî The New York Times (NYT) li ser çavkaniyên xwe yên rêveberiyê eşkere kir ku Serokê DYAyê Donald Trump piştî hişyariyên li ser kêmbûna moşekên parastinê, biryar da ku êrîşên berfireh ên li ser Îranê paşve bixe.

Li gorî nûçeyê Serokê Fermandariya Giştî ya DYAyê Dan Caine hişyarî daye ku di meşandina operasyonên nû yên dijwar de stokên fuzeyan ên di destê Fermandariya Navendî (CENTCOM) de dê dakevin asteke krîtîk.

Berpirsên pilebilind ên Amerîkayê dane xuyakirin ku gumanên wan hene ku zêdekirina êrîşên leşkerî Îranê bîne ser maseya danûstandinan.

Artêşa DYAyê ku 13 şevan li ser hev êrîş pêk anîbûn, bi fermana Trump navber da van operasyonan.

Tevî ku amadekariyên leşkerî yên li derdora Tengava Hurmizê û herêmê berdewam dikin, reşnivîsa biryarên paşerojê yên li ser dorpêç û aloziyan hîn bi temamî zelal nebûye.

Parve bike: