TR KU SO
FB X
Cîhan

Obama: " Ji Trump hêrs û tirsandin difûre "

Admin M
Nivîskar
📅 03 mijdar 2018 22:43

PeyamaKurd- Gelek kêm wext maye bo hilbijartinên qismî yên Amerîkayê û serokê Amerîkayê yê berê Obama tevli xwepêşandana partiya xwe ya demokratan bû û tewrê Trumpî yê li hemberê koçberan bi zimanekî tund rexne kir.

Obama roja înê jî tevlî kampanya partiya demokratan ya li Miamiyê bû û Trump bi derew û tirsandinê sûcdar kir. Her wiha şandina leşkeran bo ser sînor rexne kir û got ku Trump koçberên ser sînorê Meksîkayê hişyar kiriye da keviran navêjin leşkeran. Eger kevir bên avêtin dibe ku leşker bersiva wan bi sîlihan bidin.

Parve bike: