Obrador: Amerîka, li welatê me sîxuriyê dike!
PeyamaKurd- Serokomarê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador, Amerîka bi sîxuriya welatê xwe û destwerdana nav kar û barên nav welêt tawanbar kir.
Obrador da zanîn ku zanyariyên di derbarê tawanên qaçaxçîtiya 28 endamên kartêla Sinaloa ji bo Amerîkayê de ji aliyê efserên îstixbarata Amerîkî ve hatine bidestxistin û karmendên îstixbarata biyanî nikarin li wî welatî bin.
Serokomarê Meksîkayê Obrador tekez kir ku lêpirsîna Sinaloa "destwerdanek xirabkar û quretî ye û di her şert û mercî de nayê pejirandin" û got ku fentanyl li Meksîkayê nayê hilberandin û ev pirsgirêkek Amerîkayê ye.
Dadgeha Navçeya Federal a New Yorkê ku li dozê guhdarî kir, piştî hişyariya rêveberiya Meksîkî ku darizandina wezîrê berê dê zirarê bide hevkariya edlî ya di navbera herdu welatan de li ser daxwaza dozgeriyê di 18ê Mijdara 2021an de biryara betalkirina dozê dabû.