Cîhan
ONCHR: Di bûyeran de li Iraqê 424 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (ONCHR) rapora navbera 5ê mijdar û 8ê Berfanbarê aşkere kir. Komîseriyê diyar kir ku di çalakiyên de 424 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 hezar kes jî birîndar bûne.
Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Netewên Yekbûyî (UNAMI) ya Komîseriya Mafên Mirovan (ONCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY), raporta di navbera 5ê Mijdarê û 8ê Berfanbarê de aşkere kir. Komîseriyê di rapora ku agahî ji 183 kesan stend, diyar kir ku heta niha di bûyerê li Iraqê de 170 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 264 kes jî birîndar bûne.
Komîseriyê destnîşan kir ku di çalakiyên protestoyî yên li Iraqê de 424 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 hezar û 758 kes birîndar bûne.