Cîhan
Operasyona li dijî Til Rifatê dest pê kir!
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, îro ber bi Til Rifatê ve operasyonek dane destpêkirin.
Hat ragihandin ku Tirkiye û hevalbendên wê dixwazin ku piştî operasyona Efrînê, berê xwe bidin Til Rifat û Minbic û heta bigihine Helebê.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî got ku bi operasyona Mertala Firatê û operasyona Efrînê, wan rê li ber qorîdora YPGê girt û me nehiştin xwe bigihînin Behra Spî û piştî ku Til Rifat jî werin standin, êdî ew digihine armanca xwe.