Cîhan
Operasyona MÎTê serê îstixbarat û wezareta Kosovayê xwar
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kosovayê Ramuş Haradinay, ji ber operasyona ku do MÎTa Tirkiyê û îstixbarata Kosovayê bêyî agahiya wî meşandin Wezîrê Karên Navxweyî Flamur Sefaj û Midûrê Îstixbarata Kosovayê Driton Gashi ji kar dûr xistin.
Serokwezîr Haradinay, do li ser hesabê xwe yê Twîttere ragihandibû ku agahiya wî ji operasyonê tuneye û dê desthilata xwe bi kar bîne.
Serokkomarê Kosovayê Haşim Thaçi jî diyar kir ku haya jî operasyonan tunebûye.
Do MÎTa Tirkiyê ragihandibû ku 5 endamên rêxistina Fethullah Gulen li Kosovayê girtine û anîne welat û fotoyên wan parve kiribûn.