TR KU SO
FB X
Cîhan

Opozîsyona Sûriyê besdarî civînên gera sêyem a Cenevê nabe

Admin H
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2019 00:38

PeyamaKurd - Piştî serneketina gera duyemîn a civînên komîteya destûra Sûriyê yên li Cenevê, Desteya Danûstandinan a Opzisyona Sûriyê ragihand ku ew tevlî gera sêyemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî nabin.

Berdevekê Desteya Danûstandinan a opzisyonê Yehiya Erîdî, ji ajansa Akî ya Îtalî re ragihand ku heta planameyeke lihevkirî ya xebatên Komîteya Destûrî neyê destnîşankirin, ewê tevlî gera sêyemîn a danûstandinan nebin.

Erîdî rejîma Sûriyê jî bi astengkirina xebatên Komîteyê tawanbar kir û wiha got: “Rejîm bi rêbazên leşkerî, dixwaze çreseriya siyasî bi ser nexe.”

Çav li rê ye ku gera Sêyemîn a danustandinên Komîteya Destûrî û rejîmê 16ê Kanûnê were lidarxistin.

25ê Cotmeha borî bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê gera duyemîn a xebatên Komîteya destûrî dest pê kiribûn.

Gera duyemîn 4 rojan dewam kiribû, lê bêyî ku aliyên beşdar ti civînê li dar bixin bidawî bûbû ku bi ser neketibû.

Parve bike: