Opozîsyona Suriyeyê: Divê NY, hesabê ji Esad bipirse
PeyamaKurd- Li ser rastlêhatina salvegera 9emîn a êrîşa kîmyewî ya li dijî Gutaya Rojhilat ku ji aliyê rejîma Esad ve hatibibû kirin, ji aliyê opozîsyona Suriyeyê ve bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku hesabê vê êrîşê ji Beşar Esad were pirsîn.
Di salvegera êrîşa bi çekên kîmyewî ya li herêma Gutaya Rojhilat ku ji 1400 kesan zêdetir mirov hatibûn kuştin, Serokê Komîsyona Opozîsyona Suriyeyê û Hêzên Şoreşger ên Navneteweyî Salim el-Muslat, bang li rayedarên Neteweyên Yekbûyî kir ku ji rêjîma Beşar Esad a ku ev êrîş pêk hanîbû, hesab bê pirsîn.
“Li hember çekên kîmyewî, bêdengî heye”
Salim el-Muslat ê ku bi rêya hesabên fermî ev daxuyanî da, raya giştî ya navneteweyî bi bêdengiya êrîşên bi çekên kîmyewî tawanbar kir. Muslat bi berdewamî got,
“Vê rewşê, rê li ber rejîma Suriyeyê vekir ku li herêmê qetlîamên cihêreng bike. Di van êrîşan de li hember sivîlan, çekên ku li gorî zagonên navneteweyî qedexe bûn, hatin bikaranîn. Rejîma Esad, biryara NYê ya bikaranîna çekên qedexe, 2 hezar û 810 car binpê kirine. Divê NY, berpirsiyariya xwe bi cih bîne û hesabê ji wan bipirse.”
Muslat da zanîn ku divê Suriye di çarçoveya biryara bi hejmara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de pêvajoya derbasbûna siyasî derbasî jiyanê bike.