Cîhan
Orgeneral Milley: “Pêvajoya vekisîna ji Afxanistanê zerarê da î’tîbara me”
PeyamaKurd – Serokerkanê artêşa Amerîkayê Mark Milley ragihand ku dema pêvajoya vekişîna ji Afxanistanê zerarê daye î’tîbara Amerîkayê. Milley di komîsyona xizmetên Senatoya Amerîkayê de, pirsên senatoran bersivand û weha got:
“Li seranserê dinyayê di nezera hevkarên me, ortaxên me û raqibên me de, em çendîn bi rûmetin tê niqaş kirin. Belê em dikarin bêjin pêşdeçûn nîşan didin ku zerarê daye î’tîbara me.”
Milley ragihand ku wan texmîn nekiriye Talîban ew çend bilez Afxanistanê bixe destê xwe û artêşa Afxanistanê diber xwe nede. Milley di axaftina xwe de got ku Talîban bi El Qaîde re di nav têkiliyan de ye û dibe ku El Qaîdeya ku dixwaze êrîşê Amerîkayê bike, li Afxanistanê ji nûh de biveje.