TR KU SO
FB X
Cîhan

Otobus di kendal de wergeriya:15 mirî û 24 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2023 04:25

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Nayarîtê otobusa derketibû ser rê û tê de 57 rêwî hebûn, ji kontrola ajotvan derket û di kendal de wergeriya. 11 kes li ciyê bûyerê û 4 kes li nexweşxanê can dan. Tîmên tenduristiyê 24 birîndaran birin nexweşxanan.

Wezîrê karên hundir yê eyaleta Guanajuato Libia Garcia ragihand ku ji bûyerê gelek xemgîn bûye û ji dest çi were wê alîkariya malbatên xwediyê mirî û birîndaran bike.

Bi îhtîmaleka mezin wê qeza ji ber lezkirina ajotvan çêbûbe.

Parve bike: