Cîhan
Otobus qelibî û 21 kes can dan
PeyamaKurd – Li gor ragihandina televizyona G1 ê li Brezîlyayê li eyaleta Parayê li devera Guaratuba yê otobusekî ji ser rê derket û qelibî. Di encamê de 21 kes can dan û 33 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de 7 ji wan birînên wan xedarin. Polîs ragihand ku di otobusê de 2 ajotvan û 54 rêwî hebûne.
Gelek helîkopter, ambûlans û tîmên îtfaiyê di qezayê de dixebitin da birîndaran rizgar bikin. Tîmên rizgarkirinê birîndaran şandine bo bajarê Garuva'yê.