TR KU SO
FB X
Cîhan

Otobusa geştiyaran li treylerê xist: 13 mirî û bi dehan birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 19:19

PeyamaKurd – Li welatê Misrê di siba îro de otobusa geştiyaran li treylera ku rawestiyabû xist û di encamê de 13 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn. Bi qezayê re 28 heb ambûlansan şandin ciyê qezayê.

Qeza, di km ya 55an ya rêya Qahire-Çola Rojava ya Asyutê de qewimî. Heya niha 13 kes mirine û di navbera 34-40 kesan de jî birîndar hene. Di qezayê de pêşiya otobusê tev perçe bûye, kursiyên rêwiyan û perçên ji otobusê ketine, li ser rê balave bûne.

Berdevkê wezareta tenduristiyê yê Misrê Hussam Abdel Xaffar ragihand ku 28 ambûlansan şandine ciyê qezayê, birîndaran birine nexweşxana navendî ya 6ê Cotmehê û ferman daye da ku şiyanên nexweşxanê zêde bikin.

Parve bike: