TR KU SO
FB X
Cîhan

Otobusa geştiyaran û treyler li hev ketin: 10 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2026 10:32

PeyamaKurd – Otobusa ku geştiyaran ji bajarê Edirne ya Tirkiyê dibir welatê Bûlgaristanê û dianî, li ser rêya Kapıkule-Edirne, ji pare li treylerê xist. Di otobusê de 51 geştiyar û 2 şofêr hebûn. Di encama qezayê de 10 geştiyarên Bûlgaristanî birîndar bûn û wan birin nexweşxanê.

Qeza di şevê de seet li dora 01.30an de li ser rê Kapıkule-Edirne di km.ya 6an de çêbû. Otobus vê carê ji bajarê Rûscuka Bulgaristanê geştiyaran dibir bajarê Edirne. Ajotvanê otobusê M.D. ji pare li treylera ku E.Ö.dajot xist.

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar gelek polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê gihan ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Zankoya Trakyayê ya Tibê û nexweşxana deweletê ya 1. Murat.

Parve bike: