TR KU SO
FB X
Cîhan

OVV: Li Venezuelayê siddet 11 car ji koronayê kujertire”

Admin M
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2021 05:06

PeyamaKurd – Mala Çavdêriyê ya Şiddetê ya Venezuelayê rapora xwe ya sala 2020 an belav kir û di raporê de ragihand ku di sala 2020 an de tenê bi şiddetê 11.891 kes hatine kuştin. Ev reqem ji miriyên ji destê koronayê yên li Venezuelayê 11 car zêdetire.

Rapora OVV ê dibêje ji kesên hatine kuştin 4.153 ji wan bi cînayetan katine kuştin û 3.507 kes bi qesdî hatine kuştin. Ji kuştiyan % 91 ê wan zilamin û ji % 68 ê kuştiyan temenê wan di navbera 18 û 40 an de ne. Tenê kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatine kuştin 4 car li yên ku ji koronavîrusê mirine zêdetire.

Di raporê de bo sala 2020 an dibêje; Venezuela li herêma Amerîka Latînî dewleta herî talûke hatiye nîşandan. Rêvebirê OVV yê Roberto Briceño León weha gotiye:

“Du pandemî bi hevre li Venezuelayê çêbûn; koronavîrus û şiddet.”

Amerîka Latînî di dinyayê de herêma herî talûkeye. Rêxistina sîvîl ya navenda wê Meksîkaye ya Ewlekarî, Dadwerî û Aştiyê ya sîvîl, sala borî ragihandibû ku di dinyayê de ji 50 bajarên herî talûke 42 ji wan li Amerîka Latînî ne.

Di nav 20 salên dawiyê de li herêmê 2,5 mîlyon kes jiyana xwe ji dest daye. Di nava sedeman de dahata ne wekhev, bêkarî, kalîta perwerdê, qelsbûna dewletê, problemên di meşa dadweriyê de, çanda çareseriya arîşeyan ya bi şiddetê, bajarvaniya çewt û zêdebûna rêxistinên sûcên rêxistinî hene.

Parve bike: