Cîhan
Pakêta nû ya alîkariya leskerî ji Amerîkayê ji bo 'Wî welatî'
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji bo Ukraynayê pakêteke nû ya alîkariya leşkerî ya 600 milyon dolarî ragihand.
Pentagonê da zanîn, pakêta alîkariyê ya nû ya ku ragihandiye dê çek û cebilxaneya Ukraynayê di şerê wê yê li dijî Rûsyayê de hewce bike.
Di çarçoveya pakêtê de wê pergalên parastina hewayî, topên hawanê, amûrên şerê elektronîk, cebilxaneyên îmhayê û alavên paqijkirina mayinan bidin Ukraynayê.
Ji aliyê din ve, di çarçoveya pakêtê de, ji bo xebatên perwerdehî û parastinê dê ji Ukraynayê re jî piştgirî bê dayîn.
Bi vê pakêtê re tevahiya alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê hat dayîn bû 7,6 milyar dolar.