TR KU SO
FB X
Cîhan

Pakistan: Me balafira ser a Hindistanê xiste xwarê

Admin H
Nivîskar
📅 27 sibat 2019 14:59

PeyamaKurd - Artêşa Pakistanê ragihand, ku balafireke şer a Hindistanê ji aliyê hêzên esmanî yên wî welatî ve li bûye armanc û hatiye xistin.

Li devera Budgam a ser bi herêma Cammu Keşmîrê ve balafireke şer a Hindistanê ket. Artêşa Pakistanê ragihand ku wan balafira Hindistamê xistiye xwarê.

Artêşa Pakistanê ragihandiye, 2 balafirên şer ên Hindistanê derbasî qada esmanî yê Pakistanê li herêma Cammu û Keşmîrê bûne, lewma balafirên şer ên Pakistanê firrîne û piştî hişyarkirinê herdu balafirên Hindistanî kirine armanc.

Li gor daxuyaniya Artêşa Pakistanê, di encamê de balafireke şer a Hindistanê ketiye xwarê.

Ajansa Nûçeyan PTIê ragihand ku balefira Hindistanê li nêzîkî gundê Garend Kalaan ketiye û di encamê de 2 pîlot û sivîlekî jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: