TR KU SO
FB X
Cîhan

Pakistanî bo xelkê Sûriyê 81 TIR alîkarî sandin

Admin M
Nivîskar
📅 09 tebax 2019 02:09

PeyamaKurd- Rêxistina Pakistanê ya bi navê Muslim Hands (Destên Misilmanan) 81 TIR birinc ku bihayê wan dike 1.7 mîlyon dolar teslîmê AFAD û Kızılay a Tirkiyê kirin. Alîkarî dê bo xelkê gundên Idlibê û penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê ne bê belavkirin.

Navenda Muslim Hands Londra ye û Pakistaniyên ku li Afrîka Başûr, Londra û Fransayê dijîn, alîkariyê bo xelkê Sûriyê şandine. Alîkariya ku hatiye şandin li Tirkiyê wê bo penabêrên ku di konteyniran de  dijîn yên li Hatay, Osmaniye, Adana, Maraş, Kîlîs û Entabê bê belavkirin.

Bo belavkirinê 50 TIR hat teslîmkirin bo Kizilaya Tirkiyê da bişînin wan ciyên li jorê navborî û 31 TIR ên mayî dê bişînin Idlibê.

Parve bike: