Papa: Divê em êsa wan ji bîr nekin
PeyamaKurd- Rêberê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Franciscus, li ser erdheja ku navenda wê li Mereşê bû û bû sedema wêraniyê, daxuyaniyek da. Papa Franciscus got ku divê gelên Tirkiye û Suriyeyê yên di erdhejê de ziyan dîtine, neyên jibîrkirin.
Papa, di axaftina xwe ya piştî nimêja Melekê ku her roja Yekşemê li Meydana St. tê kirin de êşa gelên Suriye û Tirkiyeyê yên ji ber erdhejê mexdûr bûne hanî zimên.
Papa Franciscus bal kişand ser qezaya ku îro danê sibehê di encama binavbûna keştiya koçberên neqanûnî li bajarê Crotone yê li başûrê Îtalyayê pêk hat de zêdetirî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, wiha got:
"Ez bi êş hîn bûm ku danê vê sibehê li peravên Kalabriyayê ev bûyer qewimî. Cenazeyên 40 kesan ku piraniya wan zarok bûn hatin rakirin. Ez ji wendayan re û ji kesên sax re dia dikim."
Rêberê ruhanî yê Katolîkan xwest ku dan û stendina navbera Filistîn û Îsraîlê li ser kîn û tolhildanê bi ser bikeve. Papa Francis her wiha duayên xwe ji bo Filistîn û Îsraîliyan kir ku bi alîkariya civaka navneteweyî rêya biratî û aştiyê bibînin. Papa her wiha got, ew ji ber êrîşên terorîstî yên li Burkîna Faso bi fikar in.