Cîhan
Papa Francis: “Dibe ez herim Kîevê”
PeyamaKurd – Hevdîtinên di navbera Rûsya û Ûkrayna de dewam dikin lê ji Vatîkanê ji Papa Francis agahiyekî ket ser çapemeniya dinyayê û Papa got ku dibe here seredana Kîevê. Serokê rûhanî yê alema Xîrîstiyanên dinyayê papa Francis, mijarê îro ragihand û behsa şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê kir. Li ser pirsa rojnamevanekî ku ji Papa pirsî bê wê daweta siyasetmedar û mirovên olî yên Ûkraynayê qebûl bike an na, Papa weha got:
“Belê em li serê diaxifin. Mijar li ser masêye.”
Papa Francis li aliyekî serokê dewleta Rûsyayê Putin rexne kir û got ku Putin ji bo berjewendiyên netewî gengeşeyan derdixe.
Serokê Ûkraynayê Zelenskiy, şaredarê Kîevê Vitali Klitçko û mirovên olî Papa dawet kiribûn Kîevê.