TR KU SO
FB X
Cîhan

Papa Francis li dijî komên tawanbar bang li mirovan kir

Admin L
Nivîskar
📅 22 adar 2021 14:00

PeyamaKurd – Papa Francis, li dijî komên tawanbar yên rêxistî yên mîna mafyayê li seranserê cîhanê tekoşînê bikin, bang li mirovan kir.

Do Yekşemê, Papa Francis hevdem hişyarî da ku sûcdar şewba Korona bi kar tînin, da ku xwe bêtir dewlemend bikin.

Papa diyar kir: "Mafya li heremên cûrbecûr yên cîhanê hene û sûdê ji şewbê digirin, ew xwe bi gendeliyê dewlemend dikin."

Papa Francis di Yekşêmê de, roja Îtalya qurbaniyên tawanên rêxistî bi bîr tîne, li ser mijarê axifî û da zanîn: "Îro, divê em hemî qurbanan bi bîr bînin û soza xwe ya li dijî mafya nû bikin."

Parve bike: