TR KU SO
FB X
Cîhan

Papa pêswazî li wezîrê karên derve yê Iraqê kir

Admin M
Nivîskar
📅 04 gulan 2021 01:37

PeyamaKurd – Rêvebirê nivîsîngeha medyayê ya Papa yê Vatîkanê Matyo Broy ragihand ku îro Papa Francis li Vatîkanê bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn re civiyaye û Papa behsa seredana xwe ya di meha adarê de bo Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Broy ragihand ku Papa Francis bo xelkê Iraqê silav kiriye û xwestiye xelkê Iraqê piştevaniya hev bikin û bi berpirsiyarî tevbigerin.

Papayê serpereştê dinya rûhanî ya Xîrîstiyanên dinyayê di 5 ê adarê de seredana Iraqê û Herêma Kurdistanê kiribû.

Parve bike: