Cîhan
Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re çûne Îmraliyê
PeyamaKurd - Parêzerên Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal îro danê sibehê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re çûne Îmraliyê.
Serdozgeriya Komarî ya Bursayê serîlêdanê parêzerên Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan qebûl kir. Li gorî vê yekê parêzerên Ocalanî îro (22.05.2019) danê sibehê çûne navçeya Bursayê Gemlikê û ji wir jî çûne Îmraliyê.
Parêzeran herî dawî 2yê Gulanê piştî 8 salan li Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kiribûn.