TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamena Ewropayê li dijî Tirkiyê dicive

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2020 00:44

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li ser kiryarên Tirkiyê yên li Rojavayê Deryaya Spî dicive û sepandina cezayên aborî jî mijara gotûbêjan e.

Parlamenterekî Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Parlementoya Ewropayê çavdêriya rewşa herêmê dike û biryar e, bi beşdarî û amadebûna nûnerên hemû welatan di çend rojên bê de bicive, bi mebesta gihîştina biryarekê li hember reftarên Tirkiyê yên li Deryaya Spî.

Pparlementerê Ewropî diyar kiriye, ew di wê baweriyê de ye ku ji bilî protestokirina reftarên Tirkiyê, dibe ku mijara sepandina cezayên aborî jî bi ser Tirkiyê de were gotûbêjkirin.

YEyê berî niha jî hişyarî dabû Tirkiyê û gotibû, heger Tirkiye kêşe û milmilaniyên li Deryaya Spî bi aştiyane ligel Yunanistanê çareser neke, dê ceza bi ser wê de werin sepandin.

Parve bike: