Parlamena Ewropayê Tirkiye sermezar kir: Demildest hêzên xwe vekisîne
PeyamaKurd - Parlementoya Ewropayê bi tundî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û banga demildest derketina ji Rojava kir.
Parlementoya Ewropayê (PE) îro li navenda xwe ya Strasburgê civiya û êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê hatin gengeşe kirin.
Hat ragihandin ku di civînê de parlementerên ewropî bi tundî êrîşên Tirkiyê yên ser kurdan şermezar kirin û gotin, ji ber êrîşên Tirkiyê herî kêm 300 hezar sivîl koçber bûne, gelek sivîl hatine kuştin û ziyaneke mezin gihîştiye xelkê herêmê.
Endamên parlementoya Ewropa operasyona Tirkiyê li dijî hemû peymanên navdewletî nirxandin û gotin, ew êrîş bûne sedema aloziyan li herêmê.
Parlamenterên Ewropayê herwiha bang li Tirkiyê kirin demildest hêzên xwe ji wan herêmên ku dagir kiriye vekişîne.