Cîhan
Parlamena Lubnanê ragihandina Rewsa Awarte pesend kir
PeyamaKurd – Piştî karvekêşana Hikûmeta Lubnanê, Parlamentoya Lubnanê civîya û ragihandina rewşa awarte ya piştî teqîna Beyrûdê pesend kir.
Di teqîna bendera Beyrûdê ya 4ê Tebaxê rû dabû de, 171 kesan can dabû û bêhtirî 6 hezar û 500 kes birîndar bûbûn ku bi sed hezaran welatî jî ji derve mabûn.
Piştî teqînê û protestoyên gel, hikûmeta Lubnanê ya bi seroktiya Hesen Diyab neçar mabû karvekêşana xwe bide.
Li pey îstifaya hikûmetê û teqîna Beyrûdê parlamento cara yek civiya û biryara ragihandina Rewşa Awarte li welat pesend kir.
Serokê Parlamenê Nebîh Berrî bang li parlamenteran kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû bilezînin.