Cîhan
Parlamena Tirkiyê biryara sandina hêzê bo Libyayê pesend kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Tirkiyê îro bi mijara şandina leşkeran bo Libyayê civiya.
Parlamena Tirkiyê tezkereya şandina hêzê bo Lîbyayê qebûl kir.
Tezkere bi dengên parlamenterên partiya desthilatdar AKP û hevalbenda wê MHPê, hat qebûlkirin.
Di dengdanê de ji 600 parlamentaran 509 parlamenteran deng û tezkere bi dengên ‘Erê’ yên 325 parlamenteran hat pesendkirin.
Li gorî vê biryarê Tirkiye dikare hêzê ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaq a Libyayê bişîne ku li dijî hêzên Xelîfe Hafter şer dike.