TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentarê CHPê: Bi saya Demirtas me saredarî standin

Admin H
Nivîskar
📅 04 nîsan 2019 23:50

PeyamaKurd - Parlamentarê Partiya Komariya Gel (CHP) Bariş Yarkadaş di bernameyeke televizyonê de bal kişand ser dengên kurdan ên li bajarên mezin ên Tirkiyê ku ji bo partiya wan hatine tomarkirin û got, ‘Hilbijêrên HDPê bi daxuyaniya Demirtaş motîve bûn daku dengên xwe bidin Tifaqa CHPê.’

Yarkadaş herwiha serketina CHPê li bajarên wekî Stenbol, Edene, Mersîn û çend deverên din bi bîr xist û da zanîn ku gelekî bandora dengên kurdan çêbûye.

Bariş Yarkadaş destnîşan kir, bi hejmara dengên kurdan bi rêjeyeke mezin şaredariyên du navçeyên Stenbolê, Esenler (106 hezar) û Kuçukçekmece (65 hezar) hatine qezenc kirin.

Parve bike: