TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentarê HDPê, Trump Kurdan jî ew sermezar kir..!

Admin S
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2019 14:40

PeyamaKurd - Parlamentarê HDPê yê Diyarbekerî Garo Paylan di axaftina xwe ya parlamenê de, li ser twîta Serokê Amerîkayê Donald Trump a ‘Heger Tirkiye êrîşî Kurdên Rojava bike, ewê aboriya Tirkiyê têk bide’ got, "Ez gefên serokê Amerîkayê şermezar dikim.”

Li ser medya civakî gelek bertek ji daxuyaniya Garo Paylan re hatin nîşandan ku bi dengê Kurdan li bajarê Amedê hatiye hilbijartin û ev du heyam in parlamentariyê dike.

Gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya civakî parlamentarê HDPê şermezar kir ku bi dengê Kurdan hatiye hilbijartin, lê li şûna parastina mafên Kurdan piştgiriya siyaseta êrîşkar a ser Kurdan û parastina helwesta Tirkiyê ya dijîkurd dike.

Di hinek parvekirinên medya civakî de hilbijêrên Kurd poşmaniya xwe bo hilbijartina Garo Paylan anîn ziman û şermezarî danê.

Parve bike: