Parlamentarê Îranî xalên bo lihevkirina Amerîkayê eşkere kir
PeyamaKurd - Parlamentarê Parlamentoya Îranê Elîreza Ebasî, li ser îhtîmala danûstandinên bi Amerîkayê re daxuyaniyên balkêş dan û daxwaz kir ku dosyeya nukleerî bi tevahî ji ser maseya gotûbêjan were rakirin.
Ebasî destnîşan kir ku ji ber êrîşên berê yên li ser dezgehên wan ên nukleerî, êdî ev mijar nabe bibe mijara bazarê û got, her danûstandinek divê tenê li ser xalên wekî "dayîna qerebûyê (tezmînat) ji bo Îranê", "naskirina serweriya Îranê li ser Tengava Hurmizê", "diyarkirina aliyê destdirêjkar" û "rakirina hemû dorpêçan" be.
Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê Donald Trump jî agirbesta du hefteyî dirêj kiriye, lê ferman daye artêşa xwe ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi tundî bidomînin.
Daxuyaniyên Îranî jî nîşan didin ku di nav desthilata Tehranê de bereyek heye ku naxwaze di mijarên stratejîk de paşve gavan biavêje.