Cîhan
Parlamentarekî HDPê bi koronayê ket
PeyamaKurd – Wekîlên Serokatiya Koma HDPê li parlamenê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, bi daxuyaniyekê ragihandin ku li ser parlamentarekî wan vîrusa korona hatiye tespîtkirin û niha rewşa wî baş e.
Li gorî daxuyaniyê testa korona ya parlamentarekî HDPê ku navê wî nehatiye dayîn, pozîtîf derketiye û ji roja Çarşemê ve li mala xwe ye û rewşa wî baş e.
Heta niha li gorî amarên fermî li parlamena Tirkiyê 19 karmend bi vîrusa koronayê ketine ku rojane 400 pişkinînên koronayê li nav parlamenê têne kirin.
Piştî zêdebûna pêketiyên koronayê li parlamenê Komîsyona Krîzan a Covid-19 li Parlamentoya Tirkiyê hatiye avakirin û tedbîr hatine zêdekirin. Li parlamenê tevî qedeya serdanan çayxane û restoranên nav parlemanê jî hatin girtin.