TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentariya Semra Guzel bi dengên AKP, MHP û ÎYÎPê hat hilwesandin

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2022 22:52

PeyamaKurd – Di dengdana Parlamentoya Tirkiyê de ku îro 22yê Kanûnê hate encamdan, parlamenteriyf Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel ku niha di girtîgehê de ye, hate hilweşandin.

Parlamentoya Tirkiyê bi hinceta dewama kar a parlamentoyê ango neçûna parlamentoyê dengdan ji bo hilweşandina parlamentariya Semra Guzel kir û bi 330 dengan parlamentariya wê hat betalkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Parlamentara HDPê Semra Guzel piştî ku wêneyên wê yên digel gerîlayekî PKKê yên sala 2014an belav bûbûn, 1ê Adarê de parêzbendiya wê hatibû rakirin û 2yê Îlona îsal jî hatibû girtin.

Guzel bi hinceta ku di meha Hezîranê de 5 caran û bi giştî 6 caran beşdarî Civîna Giştî ya Parlamentoyê nebûye, ji bo betalkirina parlamenteriya wê, dengdan hat kirin.

Di dengdanê de 372 parlementaran dengên xwe bikar anî ku bi 330 dengên ‘belê’ parlamentariya Semra Guzel hat hilweşandin.

 Hat zanîn ku Parlamenterên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê ji bo hilweşandina parlamenteriya Semra Guzel deng dane.

Parve bike: