TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamenterên Kanadayê, sonda girêdana bi Key Charles ve red kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 cotmeh 2022 21:30

PeyamaKurd- Di nûçeyên ku ji qada siyasî ya Kanadayê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku 14 parlamenterên ku li eyaleta Quebecê nû hatine hilbijartin, sonda girêdayîbûna bi Keyê Brîtanyayê Charlesê 3yemîn ve red kirine.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, ew sonda kuvdi makezagona Kanadayê de wekî pêwîstiyek e, ji aliyê van parlamenterên Partiya Quebec Solidarity ve hatiye redkirin û wan di merasîma sondxwarinê de bes li ser girêdayîbûna bi gelê Quebecê re sond xwarine.

Hat zanîn ku rêberê Partiya Quebecoisê, St-Pierre Plamondon daye zanîn ku divê sond bi wate û ji dil be û Quebeci, li hember sonda monarşiyê bi tu awayî razî nebûne.

St-Pierre Plamondon, bi berdewamî da zanîn û got,

 “Sonda parlamenteriyê, her nûnerê ku ji aliyê gelê Quebecê ve hatiye hilbijartin, mehkûmê durûtiyê kiriye. Ev sond, hemû kesên ji partiyan hatine hilbijartin, ber bi lixwekirina kurtekê dînan ve dibe ku tiştê jê bawer nakin li ser sond dixwin, nirxê gotinê qirêj dikin û vê yekê jî wekî nûnerên gel dikin.”

Her wiha hat zanîn ku 11 parlamenterên endamên Quebec Solidarity ku Quebecê wekî dewleteke serbixwe dibînin jî sonda ku di nav de girêdana bi ‘Key’ ve heye, red kirine.

Berdevkê Quebec Solidarity Gabriel Nadeau-Dubois jî li ser mijarê da zanîn ku dê destûr neyê dayîn van endamên partiyê bikevin meclisa zagonî an jî dê destûr neyê dayîn ku deng bi kar bînin lê belê dê erka xwe ya zagonî berdewam bikin û dê bikaribin mûçeyên xwe bistînin.

Parve bike: