TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamento û Destûra Sûriyê heta Adara 2025an hatin cemidandin

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2024 22:44

PeyamaKurd - Berdevka Rêvebiriya Karûbarên Siyasî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, Ubeyda Arnaût, 12ê Kanûnê ji navenda Desteya Giştî ya Radyo û Televîzyonê ya Şamê re ragihand, destûr û parlamentoya Sûriyê ya berê hatiye cemidandin.

Arnaût got: “Me di civîneke wezîrên şoreşê de li ser navê Hikûmeta Rizgariya Sûriyê ligel wezîrên berê biryar da ku ev qonax 3 mehan bidome heta hikûmeta nû tê avakirin û helbet destûr û parlamento dê bên cemidandin di vê heyamê de.”

Berpirsa hikûmeta demkî diyar kir, wê komîteyeke yasayî û mafnasî ji bo pêdaçûna destûrê û pêkanîna guhertinan bê avakirin û da zanîn, "Ev qonax li ser dewleta yasa û saziyan e, û her welatiyekî Sûrî dê rûmeta xwe bi dest bixe û azadiya xwe ya hatibû dizî bi dest bixe."

Arnaût bal kişand ser ku hikûmeta demkî rêzê li cihêrengiya çandî û mezhebî li hemû deverên Sûriyê digire, lewra ev babet (girêdayî azadiya olî) ez bawer nakim ku ti helwestek hebe û dê wek xwe bimîne.

Hêjayî gotinê ye, Mihemed el-Beşîr, ku serokatiya "Hikûmeta Rizgariyê" li Idlibê dikir, roja Sêşemê ji bo serokatiya hikûmeta demkî heta destpêka Adara 2025an hate erkdarkirin.

Parve bike: