Parlamentoya Îranê SCO pesend kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin, pêşnûmeya endamtiya tam a Îranê ya ji bo Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) li Meclîsê hat qebûlkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), di rûniştina vekirî ya ku li Parlamentoya Îranê hat lidarxistin de, mijarên sereke û hûrgiliyên pêşnûmeya derbarê beşdariya welatê xwe di Hevpeymaniya Navdewletî de hat gotûbêjkirin û ji bo wê dengdan hat kirin.
Hat diyarkirin, di dengdanê de 237 parlementer beşdar bûne û pêşnûmeqanûna beşdarbûna Îranê di Rêxistina Hevkariya Şanghayê de bi 203 dengên erê, 3 dengên dijber û 4 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Li gorî pêşnûmeyê, bi armanca xurtkirina pêwendiyên aborî, çandî, ewlekarî û siyasî û hevkariya bi saziyên herêmê re, ji aliyê hikûmeta Îranê ve ji bo bidestxistina statuya endamekî Rêxistina Hevkariya Şanghayê, 49 belgeyên ku ji dema damezrandina rêxistinê ve hatine qebûlkirin, îmze kirin.