TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentoya Iraqê îro dest bi rûnistinên xwe dike!

📅 14 îlon 2019 15:58

PeyamaKurd- Parlamentoya Iraqê piştî bêhnvedana havînê bi dawî dibe dest bi rûniştinên xwe yên asayî dike.

Biryar e îro şemiyê (14.09.2019) demjimêr 13:00ê Parlamentoya Iraqê rûniştina xwe ya bi hejmara yek a dema duyem a sala 2019an birêve bibe.

Di rûniştina îro de xwendina duyem bo pênc projeyasayan dê bê kirin û xwendina yekem jî bo projeyasayayeke derbarê berhemanîna navbera Iraqê û Siûdiye û hevbeşiya navbera şîrketên giştî û taybet de dê bê kirin.

Parve bike: