Cîhan
Parlamentoya Iraqê ji bo guhertina nirxê dolar dicive
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê îro bi mebesta gotûbêjkirina guhertinên di nirxê dolar de li hember dînarê Iraqî rûniştineke taybet saz dike.
Ji bo vê rûniştinê Wezîrê Darayî Falih Sarî û Parêzgarê Banka Navendî Nizar Nasir hatine gazîkirin.
Biryara hikûmetê ya ku nirxê 100 dolarî kir 150 hezar dînar, di nava kolan û parlamentoyê de dengvedaneke berfireh çêkir.
Endamê Lijneya Darayî Cemal Koçer û Parlamenter Îbtîsam Hîlalî diyar kirin ku hikûmetê bêyî şêwirîna parlamentoyê ev biryar girtiye û ev yek qeyranê kûrtir dike.
Ji aliyê din ve, Şêwirmendê Serokwezîr Mezher Mihemed Salih parast ku ev gav ji bo rûbirûbûna qeyrana darayî ye û hikûmet naxwaze bibe barekî giran li ser milê welatiyan.