Cîhan
Parlamentoya Iraqê ji bo pirsa budçeyê dicive
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar kir, îro wê Parlamentoya Iraqê ji bo pirsa budçeyê bicive.
Bi daxuyaniyekê Serokê Parlamentoya Iraqê bang li Parlamenteran kir ku îro Çarşemê 30.03.2021ê piştî nîvro saet: 13:00an de wê danişîneke were kirin ji bo dengdana li ser budçeyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber nakokiyên milîsên kutleyên Şîeyan, çend car in civîna budçeya Parlamentoya Iraqê tê betalkirin.