TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentoya Îsraîlê tê hilwesandin: Wê dîsa hilbijartin bên kirin

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2022 00:31

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hefteya bê ji bo hilweşandina parlamentoya Îsraîlê (Knesset) û hilbijartina pêşwext dengdan were kirin.

Saziya Weşanê ya Îsraîlê (KAN) ragihand ku serokên partiyên hikûmeta koalîsyonê Bennett û Lapid li ser li hev kirine ku hefteya bê dengdana hilweşandina parlamentoyê bê kirin.

Heger biryara hilweşandinê were pesendkirin, wê di nav 3 sal û nîvan de cara pêncemîn li Îsraîlê hilbijartin bê kirin.

Li gorî rêkeftina hevpeymanên hikûmetê piştî hilweşandina parlamentoyê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid wê bibe serokwezîrê hikûmeta demkî.

Parve bike: