TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentoya Pakistanê hat hilwesandin

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2022 16:38

PeyamaKurd – Li ser banga Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan, Serokomarê Pakistanê Arif Alvî Parlamentoya Pakistanê hilweşand.

Li Parlamentoya Pakistanê krîza nedana baweriyê bo Serokwezîr Îmran Xan rû dabû û li ser vê jî Îmran Xan di televizyona fermî de piştî redkirina nedana baweriyê bo hikûmeta wî ew biryar pîroz kiribû û ji ber helwesta opozîsyonê banga hilweşandina parlamentoyê kiribû.

Xan gotibû, “Cîgirê Serokê Parlamentoyê Qasim Sûrî, guhertina rejîmê û komploya biyanî red kir.”

Îmran Xan, civîna parlamentoyê ya opozîsyonê bo betalkirina baweriya hikûmeta wî wekî destwerdana Amerîkayê ya nav siyaseta navxwe ya Pakistanê bi nav kiribû.

Parve bike: